Çile 14, 2023 17:53 Asia/Tehran
  • Medvedev: “Serokwezîrê Japonê bêbextîyê li gorîyên bombebarana navokî dike”

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîyê ya Rûsyê Serokwezîrê Japonê xizmetkarê Amerîkayê bi nav kir û got ku ew xîyanetê li bi sedan hezar gorîyên bombebarana navokî ya li Hîroşîma û Nakazakîyê dike.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîyê ya Rûsyê Dmîtrî Medvedev îro ragihand: “Serokwezîrê Japonê Fomîyo Kîşîda naxwaze vê yekê berçav bigire,tenha welatê ku çekên navokî bi kar tîne, Amerîka ye û Japon tenha gorîyê vê kiryara Amerîkayê tê hesêb.”

Dmîtrî Medvedev herwiha amajeyî daxûyanîya hevpar a idiayî ya Serokwezîrê Japonê û Serokkomarê Amerîkayê derbara bikaranîna ihtimalî ya çekên navokî ji hêla Rûsyê va li Ukraynê kir û got: “Ev kiryar, sedema şermê ye.”

Kîşîda û Biden di daxûyanîyeke hevpar da ku duh hat dayîn, xwestin ku bi heceta şerê li Ukraynê boykotên zêdtir ser Rûsyê da bên sepandin û ragihandin ku bikaranîna ihtimalî ya çekên navokî ji hêla Rûsyê va dijî Ukrayên nayê qebûlkirin.

 

Serepeyv