Çile 13, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • Heştlingekî ezamet ê 2.5 metrî li rojavayê Japonê hat dîtin

Kanala NHK'ê ya Japonê dîmenên heştlingekî (oxtopûs) ezamet weşandin.

Dewleta Japonê bi awayekî cidî cûreyên bûneweran ên li ber metirsiya kokbirrbûnê diparêze û bi rêya van hewldanan gelek cûre ji xetera kokbirrbûnê filitîne. Welatê Japonê herî zêde bajar û cihwarên jiyanê tê da hene û ji ber vê yekê heywanên xeternak zêde nayên dîtin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Kanala NHK'ê ya Japonê her wiha ragihand: Temenê vî heştlingê 2.5 metrî ku li rojavayê Japonê hatiye dîtin, ji yek heta du salan e û piştî 30 deqîqeyan dîsan berê xwe daye nav avên kûrtir.

Vê kanalê her wiha ragihadiye: Xewasan ev heştling ku li nêzikî rûyê avê avjenî dikir, li nêzikî nîvgirava Nîkozakîyê dîtine û dîmenên wî qeyd kirine.

 

Serepeyv