Çile 13, 2023 13:57 Asia/Tehran
  • Saziya Peymana Ewlehiya Komkî, CSTO’yê xwesteka Ermenistanê qebûl kir

Saziya Peymana Ewlehiya Komkî (CSTO) li ser daxwaza Ermenistanê, meşqa leşkerî li dar naxe.

Komara Azerbaycanê 12’ê Kanûna sala 2022’an li ser rêya Ermenistan û Qerebaxa Çiyayî ser navê Korîdora Laçînê serdest bû. Bi vî karî kêşeyên di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê giran bûn.

Nîkol Paşîniyan, serokwezîrê Ermenistanê midehekê berî nika ji ber giranbûna kêşeyan di peywendiyên Yêrîvan û Bakûyê bi dû  girtina Korîdora Laçînê, ji Saziya Peymana Ewlehiya komkî xwest xwe ji lidarxistina meşqa hevpar a li Ermenistanê dûr ragire. Paşîniyan gotibû Yêrîvan herî kêm îsal lidarxistina meşqên Saziya Peymana Ewlehiya komkî li axa Komara Ermenistanê guncaw nizane.

Li gorî rapora Radyoya Giştî ya Ermenistanê, Saziya Peymana Ewlehiya Komkî, duh Pêncşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand, rewşa Ermenistanê tê digihîje û wê îznê nede hêzên parastina aştiyê yên vê saziyê ku meşqê li dar bixin.

 

Serepeyv