Personelên beşa ambûlansê li Brîtanyayê careka din dest bi grevê kirin
Hevgavê raberkirina pêşnumaya dijî grevê li meclisa gelemperî ya Brîtanyayê, personelên beşa xizmetên ambûlansê li vî welatî ragihandin ku bi dû sersarîya hikûmetê himberî daxwazên wan ên ji bo çêtirkirina şert û mercên karkirinê û jordabirina asta destmizê, greva 24 sietî dest pê kirine.
Personelên beşa ambûlansan hikûmeta Brîtanyayê tawanbar dikin ku hez nake guh bide ser daxwazên wan ên herî kêm jî, lewma dê gellek personelan ji dest bide.
Rêvebirên Sazîya Neteweyî ya Tenduristî û Dermankirinê ya Brîtanyayê dibêjin ku dûhatên vê biryara personelên beşa ambûlansan dê girantir û xirabtir ji greva wan a di meha buhurî da bin.
Yekitîya Personelên Rêxistina Neteweyî ya Tenduristî û Dermankirinê ya Brîtanyayê ragihandin ku di civîna digel Wezîrê Tenduristîyê Istîv Barklî da hewl dan ku bi hikûmetê ra li hev bikin, lê hikûmet hazir nebûye ku daxwazên wan bên dabînkirin.
Piştî personelên şebekeya rêyên hesin û deryayî, hejmarek personelên Şebekeya Tenduristî û Dermankirinê ya Brîtanyayê ji wan perestaran ragihandin ku dewra nû ya grevan dê ji hefteya bê va dest pê bikin.