Çile 11, 2023 14:23 Asia/Tehran
  • Banka Cîhanê: “Abora cîhanî di ber xetera bişûndemayînê da ye”

Banka Cîhanê derbara bişûndemayîna abora cîhanî da hişyarî da.

Banka Cîhanê duh hişyarî da ku abora cîhanî îsal yê bi şiklekî bitaluke nêzîkî bişûndemayînê bibe ku di encamê da yê geşbûna hemî aborên sereke ên cîhanê ji wan Amerîka, Ewropa û Çînê lawaz bibe.

Banka Cîhanê ku ji bo plan û projeyên pêşxistinê dirêv deyn dide welatên hejar, di rapora xwe ya salê da radigihîne ku li gorî pêşbînîya wê geşbûna cîhanî îsal yê dakeve nivî û berê pêşbînî kiribû ku asta geşbûnê yê sedî 3 be lê niha pêşbînî dike ku yê sedî 1.7 be.

Banka Cîhanê pêşbînî kirîye ku geşbûna abora Amerîkayê îsal dê sedî .5 ango sedî nîv be û ku bilî jordabirina bihaya kel û pelan û sûda diravê deyn, yê hin pirsgirêkên din jî di warê ticaretê da derxe.

Banka Cîhanê herwiha radigihîne ku heke şerê Ukraynê gurrtir bibe yan belavbûna Koronayê berfire bibe, yê Amerîkayê di warê dabînkirina hewcedarîyan da tûşî kêşeyê bike.

 

Serepeyv