Çile 09, 2023 16:34 Asia/Tehran
  •  Ji ber tûşbûna bi Koronayê, zêde ji 6 miliyon kesî li cîhanê canê xwe ji dest dane

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) ragihand ku heta niha 668 miliyon û 664 hezar û 420 kes bi Koronayê ketine ku ji vê hejmarê 6 miliyon û 713 hezar û 669 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevdem digel belavbûna pêla nû ya Koronayê li navçeyên cûr bi cûr ên cîhanê, amara herî nû derbarê hejmara tûşbûyiyên bi Koronayê nîşan dide ku heta îro 668 miliyon û 664 hezar û 420 kes bi vê nexweşiyê ketine û 6 miliyon û 713 hezar û 669 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, pêla tûşbûna bi Koronayê li welatên mîna Japon, Mekzîk, Rûsiye, Taywan û Koreya Başûr û hejmareke din a welatan di rojên dawî da gurrtir bûye.

Amerîka hema wisa ji hêla hejmara tûşbûyîyên bi Koronayê û mirinên ji ber vê nexweşiya vegir di rêza yekem a cîhanê da ye û heta niha li vî welatî 103 miliyon û 86 hezar û 927 babetên tûşbûna bi Koronayê û miliyonek û 121 hezar û 197 mirinên ji ber Koronayê hatine tomarkirin.

Serepeyv