Çile 08, 2023 19:19 Asia/Tehran
  •  Kêmasiya dermanan li Ewropayê

 Ewropa rastî kêmasiya derman bi taybet antîbiyûtîk, tabirr, êşbirr û dermanên zexta xwînê hatiye.

 Welatên ewropî bi taybet Fransa û Swîsra hevgavê belavbûa Koronayê û nexweşiyên taybetî zivistanê ji ber girêdayîbûna bi derkirîna madeyên seretayî ji Çînê û şerê li Ukraynê rastî kêmasiya dermanan bi taybet antîbiyûtîk, tabirr, êşbirr û dermanên zexta xwînê hatine.

 Belavbûna nexweşiyên vegir di demsala zivistanê de bûye sedem derman li Ewropyê kêm bibin.

 Amadenebûna saziyên tenduristiyê li Ewropayê bo rewşa belavbûna van nexweşiyan û deponekirina bi qasê pêwîst bo vê rewşê ji van hegerên kêmasiya dermanan li welatên ewropî ye.

 Lê şaştiya ku saziyên tenduristiyê yên Ewropayê kirin ew e ku xwe bo destpêbûna dubare ya nexweşiyên  taybetî zivistanê amade nekirin. Bi taybet ku tivdîrên girtina pêşiya belavbûna Koronayê jî li welatan kêm bûne.

 Saziya Cîhanî ya Tenduristiyê hin rapor derbarê kêmsiya dermanan bi taybet antîbiyûtîkan li 35 welatan wergirt.

 

 

Serepeyv