Çile 08, 2023 13:39 Asia/Tehran
  • Şahzadeyê brîtanyayî, Harry bi xeyaneta eskerî hat tawanbarkirin

Kurê biçûk ê paşayê Brîtanyayê ku vê dawiyê îdiaya kuştina 25 endamên Talibanê di dema xebata xwe nav artêşa vî welatî de kiriye, bi xeyaneta eskerî û gefa dijî canê eskerên Brîtanyayê hat tawanbarkirin.

Şazade Harry, di pirtûka bîranînên xwe ya ser navê SPARE’ê de nivîsî ku di sala 2012’an ku wî bo cara diduyan sefera Efxanistanê kir, di şeş operasyonên bi helîkopterê de, 25 endamên Talibanê kuştine. Wî di pirtûka xwe de  ew weke mohreyên kişikê bi nav kirin ku ji meydanê hatin wêdebirin.

Li gorî rapora malpera Rojnameya Telegraph’ê, Richard Camp, Fermandeyê berê yê hêzên Brîtanyayê li Efxanistanê wek berteka li hember gotinên bihellahella yên şahzade Harry derheq kuştina 25 endamên Talibanê di dema leşkerîyê da, got: “Taliban dikare wan gotinên pûç bi awayekî kirêt bi kar bîne.”

Richard Camp her wiha got: “Gotinên Herî alîkariya hêzên Talibanê dike ku propagendeya xwe xurt û bihêz bike û dijî welatî û eskerên brîtanyayî, opersyonê li dar bixe.”

Şahzade Harry tev hevjîna xwe, Meghan Markle’ê di sala  2020’an da ji malbata paşatiyê wêda çû û koç kir û çû Amerîkayê.

 

 

Serepeyv