Çile 07, 2023 19:20 Asia/Tehran
  •  Piştî 14 dewrên dengwergirtinê Kevin McCarthy wek serokê Kongreyê hat bijartin

Berbijarê Partîya Komarxwaz a Amerîkayê ji bo posta serokatîya Meclisa Parlimanteran a vî wealtî (Kongre) piştî 15 dewrên dengwergirtinê ku bû sedema pêkenîna raya giştî li cîhanê, wek Serokê Meclisa Parlimanteran a vî welatî hat bijartin.

Amerîka ku xwe wek landika demokrasîyê li cîhanê dide nasandin, mijara bijartina serokê nû ji bo Meclisa Parlimanteran a vî welatî ji duh va bala raya giştî kişand û piştî 14 dewrên dengwergirtinê, parlimanteran dîsan jî nekarîn berbijarekî ji bo vê postê hilbijêrin û di dewra panzdehan da Kevin McCarthy (Kêvîn Mek- Kartî) berbijarê Komarxwazan karî bi pirranîya dengan wek Serokê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê were hilbijartin.

Di dewra dawîn a dengwergirtina ji bo bijartina serokê nû yê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê da, Kevin McCarthy yê Komarxwaz 216 deng û Hakeem Jeffries (Hekîm Cêfrîs) reqîbê wî yê Demokrat 212 bi dest xistin û ti yek ji wan nekarî asta pêwîst yanî 218 dengan bi dest bixe, lewma li gorî rêziknameya navxweyî ya Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê Kevin McCarthy wek serketîyê hilbijartina serokatîya meclisê hat ragihandin.

Amerîka bi vê rewşa demokrasîyê, ew welata ye ku idia dike demokrasîyê dibe welatên din ên cîhanê.

 

 

Serepeyv