Çile 05, 2023 14:36 Asia/Tehran
  •  Pûtîn fermana şandina alavên şêrr ên raserdeng bo nav avên navneteweyî da

Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê fermana şandina keştiyeke şêrr a pergalkirî bi mûşekên krûz ên raserdeng (ultrasûnd) ji cûreyên nifşa nû bo nav avên azad ên navneteweyî da.

Li gorî rapora IRNA'yê, Pûtîn roja Çarşemiyê di civîneke mecazî da hevrê digel Sêrgêy Şoygû (Sergei Shoigu) Wezîrê Berevaniyê û Îgor Kroxmal FermandeyêNavçeya Edmîral Gorşkov'ê got: Ev keştiya şêrr bi çeka Zîrkon wek sîstema mûşekî ya raserdeng a herî nûjen hatiye pergalkirin û ez dilniya me ku çekeke wiha bihêz, palpişt û bêhempa li cîhanê, dê Rûsiyê ji gefên derveyî yên bi potensiyel biparêze.

Şoygû jî di vê civînê da got: Gorşkov ku bi mûşekên Zîrkonê hatiye pergalkirin û şiyana wê ya êrîşên gelekî deqîq û bihêz li ser dijmin li derya û bejahiyê heye, bi memûriyeta xwe ya sereke ya sekinîna li hemberî gefên dijî Rûsiyê û parastina aştî û aramiya navçeyî bi hevkariya welatên dost, ber bi oqyanûsên Atlantîk û Hindê, her wiha Deryaya Sipî va bi rê dikeve.

Mûşeka Zîrkon'ê hevrê digel çeka pêşketî ya raserdeng a bi navê 'Avangard'ê ku ji sala 2019an va li cûreyên çek û rextên hêzên Rûsiyê zêîde bûye, stûna sereke ya çek û rextên raserdeng ên vî welatî pêk tînin.

Fermana Pûtîn ji bo şandina keştiyeke şêrr a pergalkirî bi van çek û rextên pêşketî, nîşaneyeke din ji vîn û îradeya Moskoyê ji bo sekinîna li hemberî welatên rojavayî di şerê Ukraynê da ye.

 

Serepeyv