Çile 02, 2023 14:49 Asia/Tehran
  • Kroasî tev li Navçeyên Euro û Schengen'ê bû

Kroasî bi destpêbûna sala 2023an tev li navçeyên Euro û Schengen'ê bûye.

Li gorî rapora rojnameya Le Figaro'yê ya Fransayê, Kroasî berbanga Yekşemiyê Euro li dewsa diravê xwe yê neteweyî anku 'Kuna' danî û niha wek bîstemîn endamê Navçeya Euroyê tê hesibandin.

Kroasî her wiha bûye endamê 28an a Navçeya Schengen'ê.

Bikaranîna Euroyê ji mêj va ye ku li Kroasiyê berfireh bûye. Gelê Kroasiyê ewqasî baweriya xwe bi Kuna'yê nedianî û darayîyên xwe ji wan erebe û avahî li gorî Euroyê dinirxandin.

Hêjayî gotinê ye, Kroasî di sala 2013an da tev li Yekitîya Ewropayê (YE) bûbû.

 

Serepeyv