Kanûn 28, 2022 19:36 Asia/Tehran
  • Sersekreterê NY’yê: Bila cîhan ji bo sekinîna himberî koronayê bibe yek

Sersekreterê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Bila cîhan ji bo sekinîna himberî koronayê bibe yek.

Sersekreterê NY’yê dîyar kir ku vîrûsa Koronayê zingileke hişyarkirinê bû û got: Sekinîna himberî nexweşîyeke vegir bi tena serê xwe nameşe, divê cîhan bibe yek û welatên cîhanê ji bo sekinîna himberî pirsgirêkên tenduristîyê yên di siberojê da hevkarî bikin.

Sersekreterê NY’yê Antonîyo Gotereş bi boneya Roja Cîhanî ya Amadebûna Himberî Nexweşîyên vegir got: “3 sal berî nika bû ku di vê mehê da perbûnek vîrûseke nû bi navê ‘Korona’ hat naskirin.”Wî herwiha got: “Dûhatên vîrûsa Koronayê bikaresat bûn. Bi milyonan kes bûne gorîyê vê vîrûsê û bi sedan milyon kes jî nexweş ketine. Abora welatan têk çû, pergalên tenduristîyê li ber têkçûnê bûn û bi tirilyonan dolar hat xerckirin. Pêşketina ber bi armancên pêşxistina mayînde ji rê derketîye.”

Li gorî dawîn amaran, li cîhanê 662 milyon û 976 hezar û 813 kes tûşî koronayê bûne ku 6 milyon û 689 hezar û 331 kes jê mirine.

Serepeyv