Kanûn 28, 2022 17:46 Asia/Tehran
  •  Zarokên amerîkî tûşî nexweşiya Sorikê dibin

Zarokên amerîkî ji ber ku nayên vaksînekirin, tûşî nexweşiya Sorikê dibin.

Zêdebûna şik û gumanên li ser wergirtina vaksînê bûye sebeb ku Nexweşiya Sorikê careke din li Amerîkayê belav bibe.

Kanala MSNBC'yê ji zarê Rojnameya Washington Post'ê ragihand ku vê demê nexweşiya Sorikê li nav xwendevanên navenda Ohayoyê belav bûye.

Herî kêm 81 zarok heta niha tûşî vê nexweşiyê bûne û çend kes jî li nexweşxaneyê hatine razandin.

Li gorî amara weşandî ji aliyê Rêveberiya Tenduristiyê ya Ohayoyê, ji van 81 zarokan tenê sisêyan dozek ji du dozên vaksîna Sorikê wergirtiye.

76 zarokan jî qet ev vaksîn wernegirtiye.

Dr. Maşîka Robêrts komîserê tenduristiyê li bajarê Kolûmbûsê di vî warî da got: Amerîkayê sala 2000î ragihand ku nexweşiya Sorikê kokbirr kiriye, lê niha em careke din dibînin ku ev nexweşî li welêt belav bûye.

 

Serepeyv