'Şehîdên Berxwedanê' li Bosnî û Hersekê hatin bibîranîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338435-'Şehîdên_berxwedanê'_li_bosnî_û_hersekê_hatin_bibîranîn
Dora sêyem a rêûrisma bibîranîna qaremanên Bosnî û Hersekê û Şehîdên Berxwedanê, serdar sipehbod Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis, fermandeyên Bereya Berxwedanê li navenda çand û werzîşê ya bajarê Vîsokoyê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2022 12:24 Asia/Tehran
  •  'Şehîdên Berxwedanê' li Bosnî û Hersekê hatin bibîranîn

Dora sêyem a rêûrisma bibîranîna qaremanên Bosnî û Hersekê û Şehîdên Berxwedanê, serdar sipehbod Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis, fermandeyên Bereya Berxwedanê li navenda çand û werzîşê ya bajarê Vîsokoyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Muhemedhusên Ensarî rawêjkarê çandî yê Îranê li Bosnî û Hersekê got: Fermandeyên Berxwedanê di serdema dîrokî ya herî hestyar da canê ji bo parastina azadî û serxwebûna gel da û şehîd bûn.

Midhet Efendî Çakalovîç pêşnimêjê sereke li bajarê Vîskoya Bosnî û Hersekê jî di vê rêûrismê da got: Beşdariya di rêûrisma bibîranîna qaremanên berxwedanê yên Bosnî û Îranê ku xwîna wan ji bo azadî, mafên mirov û rûmeta însanî hat rijandin, girîng e.

Pêşangeha wêneyên serdarê şehîd Qasim Sulêymanî jî digel vê rêûrismê hat lidarxistin û beşdaran pêşwazî lê kir.