Kanûn 26, 2022 17:41 Asia/Tehran
  • Bagera giran û Sirr û seqem li Amerîkayê; Rewşa awarte hat ragihandin

Sirr û seqema giran, qerisîn û bagerê hemî 50 eyaletên Amerîkayê girtine ber xwe û li hin navçeyan hewa heta 40 pileyan bin sifir sartir bûye.

Di sê rojên derbasbûyî da ku gelê Amerîkayê xwe ji bo serdan û gerrên sala nû amade dikir, bagerên giran, sirr û seqem û qerisîna bêmînak, geştên asimanî li Amerîkayê tûşî kêşeyê anîne û heta vê demê li gorî raporan, bi hezaran geştên asimanî hatine betalkirin û pirranîya geştên ku pêk hatine jî bi derengî bûne.

Rêxistina Hewanasiyê ya Amerîkayê ragihand: Ev bagerên giran û sirr û seqema bêmînak, diyardeyeke kêmdîtî ya zivistanê ye ku her çend deh salan carekê diqewime.

Di sê rojên dawî da hejmara babetên qutbûna ceryana bikarêneran li seranserî Amerîkayê gihîşte sê miliyon û 500 hezarî.

Cadeyên navbera bajaran li eyaletên Amerîkayê di bin bagerên giran û qerisînê da ne. Li eyaleta Ohayoyê ji ber bager û qerisînê, zêdeyî 50 erebeyî bi awayê zincîrî li hev ketin û di encamê da 4 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Serepeyv