Kanûn 26, 2022 11:05 Asia/Tehran
  •  Li Amerîkayê 34 kesan ji ber bahozê canê xwe ji dest da

Bahoza zivistanê ku beşeke mezin ji axa Amerîkayê daye ber xwe, bû sebeb zêde ji 30 kesî canê xwe ji dest bidin.

Li pey rabûna bahoza zivistanê li Amerîkayê herî kêm 34 kesan li parêzgehên cûr bi cûr ên vî welatî canê xwe ji dest da. Van kesan pirranî ji ber bûyerên trafîkê yên di encama sir û seqem û qeşagirtinê da an jî nebûna alîkariya di wextê da canê xwe ji dest daye.

Bajarê Buffalo'yê li parêzgeha New Yorkê herî zêde tûşî zirar û ziyana ji ber bahoza zivistanê bûye û herî kêm 12 kesan li vî bajarî ji ber bahozê canê xwe ji dest daye.

Li gorî vê nûçeyê, heşt kesan ji ber bûyerên trafîkê li parêzgeha Ohayoyê û du kesan jî li navçeya Colorado Springs'ê li parêzgeha Koloradoyê canê xwe ji dest daye.

Her wiha sê kesan li parêzgeha Kanzasê û sê kesên din jî li parêzgehên Mîsûrî, Tinêsî û Wîskonsînê canê xwe ji dest daye. Candayîyên din li parêzgehên din bûne.

 

Serepeyv