Nêzîkî 350 milyon kes li ber xetera birçîtiyê li cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338377-nêzîkî_350_milyon_kes_li_ber_xetera_birçîtiyê_li_cîhanê
Bernameya Cîhanî ya Xwarekê hişyarî da ku nêzîkî 350 milyon kes li cîhanê ji ber bêewlehîtîya di warê xwarekê da îza dibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2022 13:03 Asia/Tehran
  • Nêzîkî 350 milyon kes li ber xetera birçîtiyê li cîhanê

Bernameya Cîhanî ya Xwarekê hişyarî da ku nêzîkî 350 milyon kes li cîhanê ji ber bêewlehîtîya di warê xwarekê da îza dibin.

Bernamerya Cîhanî ya Xwarekê ragehand ku 349 milyon kes li cîhanê nizanin ku xwarina xwe ya danê dinê çawa  dabîn bikin û ev reqema di halê zêdebûnê de ye. Vê saziya navneteweyî her wiha got: Heta dawiya sala 2022`an,  wan xwarek daye 150 milyon kes ji yên herî hewcemend û birçî.

Pispor û şarezayên aborê yên Bernamerya Cîhanî ya Xwarekê û Rêxistina Xwarek û Cotkarîyê ya NY nasyar bi FAO`yê gotin hinek hegerên mîna Korona, pevçûn, bûyerên çaverênekirî yên têkildarî av û hewayê, mîna rabûna lehiyê û hişkesaliyên bêmînak,  buhaya enrejiyê û şerê UKraynê bûne sedema bêewlehîtîyê di warê xwarekê da li cîhanê.