Reuters: Alîkarên Trump girtina pêşiya giranbûna şerrê bi Îranê re dişopînin
Reutersê ji zarê çar çavkaniyan nivîsî alîkarên payebilind ên Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump, hewl didin ku pêşî li gurrbûna şerê bi Îranê re berî hilbijartinên navîndewrê yên Mijdarê da bigirin ta ku têkçûnên hilbijartinê yên Komarxwezan bicebirînin.
Di vê raport de hatiye: Van çavkaniyan gotin ku niha, rêveberiya Amerîkayê dixwaze ji bo wergirtina serpişkiyan di her cûre muzakireya dahatî da ku bi mehan e êrişên leşkerî nekarîne wan garantî bikin, zextên aborî yên zêde li ser Îranê bisepîne.
Ev çavkanî ku sê ji wan berpirsên Koşka Spî ne, gotin ku rawestandina şer heta Mijdarê dê bibe alîkar ku şer di nûçeyan de serdest nebe ji ber ku Komarxwez ji bo parastina piraniya xwe ya kêm li Senayê û Meclîsa Nûneran têdikoşin. Reutersê herwiha nivîsî ku anegorî ankêta di dawiya Tebaxê de, tenê ji sedî 31`ê amerîkiyan şêr erê kirine û dengdêr bi taybetî ji bihayên zav ên bênzînê nerazî ne. Van çavkaniyan gotin ku bêhnvedanek taktîkî dikare ji artêşa Amerîkayê re jî bêhnvedanê bide da ku depoyên cebilxaneya xwe yên pir kêmbûyî dîsan jî tijî bike.