Alozî û ajawegêrî li Parîsê piştî bidawîhatina fînala Kupa Cîhanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338228-alozî_û_ajawegêrî_li_parîsê_piştî_bidawîhatina_fînala_kupa_cîhanî
Piştî bidawîhatina pêşbirka tîmên Fransa û Arjantînê ku bi amadebûna serokên du welatan û gelek rayedarên cîhanê hat lidarxistin û bi miliyonan kesî li seranserî cîhanê lê temaşe dikir, alozî û ajawegêrî li bajarên girîng li Fransayê qewimî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2022 10:31 Asia/Tehran
  • Alozî û ajawegêrî li Parîsê piştî bidawîhatina fînala Kupa Cîhanî

Piştî bidawîhatina pêşbirka tîmên Fransa û Arjantînê ku bi amadebûna serokên du welatan û gelek rayedarên cîhanê hat lidarxistin û bi miliyonan kesî li seranserî cîhanê lê temaşe dikir, alozî û ajawegêrî li bajarên girîng li Fransayê qewimî.

 

Ajawegêran li Parîsê Yekşemiyê bi şev û piştî derdana tîma neteweyî ya fûtbola vî welatî li hemberî Arjantînê ber bi Koşka Êlîzeyê va bi rê ketin; lê tûşî hejmareke zehf a hêzên polîsê dijî ajawegêriyê bûn û pevçûneke giran navbera wan derket.

Polîsê dijî ajawegêriyê ji bo belavkirina ajawegêran gaza rondikrêj û erebeyên avreşînk bi kar anîn.

Her wiha bi dehan ajawegêr jî ji aliyê hêzên polîs va hatin girtin.

Li bajarên Lyon û Grînobelê, polîs êrişî ser kesên ku dil hebûn zirarê bigihînin cihên gelemperî û navendên ticarî, kir û hejmareke zêde ji wan girtin.

Hevdem Federasiyona Navneteweyî ya Fûtbolê (FIFA) piştî bidawîhatina pêşbirka Fransa û Arjantînê li ser rûpela xwe ya fermî nivîsî: Ev pêşbirk dê ti wextî neyê jibîrkirin.