Kanûn 18, 2022 19:51 Asia/Tehran
  •  Hêzên Talibanê li ber çavê gel bi qamçiyê li çend hemwelatiyan da

Hêzên dewleta Talibanê li Efxanistanê li ber çavê gel bi qamçiyê li hejmareke hemwelatiyên parêzgeha Cozcanê da.

Li gorî rapora Ajansa Shafaghna'yê ya Efxanistanê, şehedan li bajarê Şeberxanê, navenda parêzgeha Cozcanê li bakurê Efxanistanê ragihand, hêzên dewleta Talibanê roja Yekşemiyê li werzîşgeha vî bajarî û li ber çavê gel bi qamçiyê li 22 kesan da ku sisêyên wan jin bûn.

Li gorî vê raporê, ev kes bi tawanên dizî, revîna ji malê, zina û firotina madeyên hişber li dadgeha Talibanê hatine mehkemekirin û hikmê lêdana ji 30 heta 50 qamçîyî li wan hatibû birrîn.

Li gorî gotina şehedên bûyerê, Talibanê rê nedaye temaşevanên vê bûyerê ku dîmenên wê bikişînin.

Jinûva-destpêkirina cezaya lêdana qamçiyê û darvekirinê ji aliyê hikûmeta Talibanê li Efxanistanê, tûşî gelek bertekan bûye û saziyên Mafên mirov nemaze NY'yê ev kiryar berovajî nirxên mirovî zaniye.

 

Serepeyv