Kanûn 14, 2022 18:15 Asia/Tehran
  • YE’yê nekarî astekê ji bo bihaya gazê dîyar bike

Mecaristanê ragihand ku Wezîrên Enerjîyê yên YE’yê nekarîn li ser kivşkirina asta bihaya gazê li hev bikin.

Ewrûpa bi hegera şerê Ukraynê pêrgî qeyrana enerjîyê bûye û hin welatên ewrûpî pêgirîyê ser daxistina asta bihaya gazê dikin. Hin welat jî derheq bandora erênî ya vê dîyarkirina asta bihaya enerjîyê dudil in. Mecaristanê berî vîya ragihandibû ku piştgirîyê nade kivşkirina asta bihaya gazê.

Komîsyona Ewrûpayê wek baska kargêr a YE’yê, di meha Mijdarê da 275 Euro bo her mêgawat siet gazê pêşnîyar da. Hin endamên YE’yê dixwazin ev asta were daxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Mecaristanê, Peter Siarto duh li rûpela xwe ya Facebookê nivîsî: Di civîna Konseya Enerjîyê da nîqaşeke têr û tesel hat kirin û ti lihevkirinek jî pêk nehat û biryar e ku gotûbêj li astên dualî bên domandin.

Wî herwiha got: Ewrûpa tûşî qeyrana enerjîyê bûye lê mixabin Birûksêl vê rastîyê berçav nagire, Kivşkirina astê ji bo bihaya gazê, nemaze ji bo Mecaristanê karekî şaş e, ji ber ku bêyî berçavgirtina cîgeh û rewşa taybet û erdnigarîya me, ewlehîya me di warê enerjîyê da dikeve ber xeterê.

Di rewşeke wiha da, YE û G7’ê 60 dolar ji bo her bermîl nifta Rûsyayê kivş kiriye. Rûsyayê hişyarî daye ku dê niftê nefroşe welatên ku wê astê berçav digirin û ev kara tenê qeyrana heyî li bazarên cîhanî yên enerjîyê kûrtir dike.

 

Serepeyv