Dosîya Qetergêytê û soza Mêtsola`yê derheq pêkanîna çaksazîyan li parlimana Ewrûpayê
Seroka parlimana Ewrûpayê ji ber dosîya Qetergêytê hêrsbûn û acizbûna xwe dîyar kir û ragihand ku ji bo hilkolandina hemî rastîyên têkildarî parlimana Ewrûpayê lêkolînên navxeyî destpê bûn.
Robêrta Mêtsola`yê di axavtina xwe ya şeva buhurî da pêgirî ser başkirina hin demajoyan li vê dezgehê kir û got: Ti parastîbûnek tineye û yê tiştek veşartî nemîne.
Piştî ku bera Êva Kayîlî parlimantera bijartî ya Yûnanê li Birûkselê dan zîndanê, polîsê Bejîkê êrişî avahîya parlimana Ewrûpayê kir. Ew parlimantera sosyalîst a parlimana Ewrûpayê ku yek ji cîgirên seroka parlimanê ye, gumanbar e ku ji Duhê ji bo berevanîya ji vî welatî ku nika mazûvanîya Kapa Cîhanî dike, bertîl wergirtîye.
Di encama van lêkolînan da 4 kesên din jî hatine girtin. Di dema lêgerîna polîsan da, li mala gumanbarekî 600 hezar Euro, çend sed hezar Euro di çanteyekê da li odeyeke hotêleke Birûkselê û nêzî 150 hezar Euro jî li apartimaneke endamekî parlimana Ewrûpayê da hatin zevtkirin. Piştî ku Kayîlî hat girtinê, Seroka parlimana Ewrûpayê posta wê yanî cîgirîya serokatîya parlimanê taloq kir û Fraksyona Sosyalîst-Dêmokiratan jî ragihand ku endametîya vê parlimantera yûnanî ya 44 salî taqlo kirîye.
Vê dosîya gendelî û diravsipîkirinê ya bandeke rêkxistinbûyî, wisa kir ku rêxistinên nehikûmî û bijartîyên parlimana Ewrûpayê pêgirîyê ser pêwîstîya pêkannîa hin çaksazîyên kûr li vê dezgehê nemaze têkildarî parastîbûna parlimanteran himberî cezayan kirin.