Kanûn 12, 2022 19:16 Asia/Tehran
  • Doreke nû ya kêşeyan li Qerebaxê dest pê kir

Bi sedan hemwelatiyên sivîl li pey kiryara Komara Azerbaycanê ya girêdana rêya Qerebax-Ermenistanê li nav rêya asê û sergerdan bûne.

Li gorî rapora Fars News'ê, Navenda Ragihandinê ya Qerebaxa Çiyayî berêvara Duşemiyê ragihand, Komara Azerbaycanê careke din rêya navebra Stepanakert-Gorîsê girêdaye.

L gorî gotina rayedarên xwecihî li Qerebaxa Çiyayî, li pey girêdana Korîdora Laçînê, ev tenha rêya ku Qerebaxa Çiyayî digihîne Ermenistanê û niha bi girêdana wê bi sedan hemwelatiyên ermenistanî di vê rêyê da asê û sergerdan mane.

Bakûyê îdia kir ku korîdora Laçînê bi armanca parastina jîngehê girêdaye.

Tê gotin Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê û serokomarê Rsiyê li ser çareserkirina rewşê li korîdora Laçînê û memûriyeta parêzvanbên aştiyê yên Rûsiyê axivîne.

 

Serepeyv