Kanûn 08, 2022 16:57 Asia/Tehran
  •  Pirraniya kanadayiyan ji zêdebûna enflasiyonê nîgeran in

Li gorî rapirsîneke nû, sedî 86 ji beşdarên kanadayî nîgeran in ku Kanada di sala bê da tûşî paşketinê bibe.

Li gorî rapirsîna Enistîtûya Ipsos'ê ku bi awayekî taybet ji bo Global News'ê pêk hatiye, sedî 86 ji beşdarên kanadayî nîgeraniyê vê ne ku Kanada di sala bê da tûşî paşketinê were. Ev amar têkildarî Mijdarê ye ku pêka meha beriya xwe sedî 3 zêde bûye.

Ev di rewşekê da ye ku sedî 71 ji beşdarên di vê rapirsînê da jî nîgeranê wê yekê bûn ku nirxa fayîzê gelekî bileztir ji vêya zêde bibe ku ew bikarin xwe li gorî rewşa nû saz bikin. Ev reqem jî pêka mehiya beriya xwe anku Cotmehê sedî 4 zêde bûye.

Li gorî rapora Global News'ê, amareke din a gelekî serhejîner ev e ku sedî 53ê kanadayiyan nîgeran in ku têra xwe pere ji bo dabînkirina hewcetiyên xwariniyê yên malbatên xwe tunebin.

Ev reqem jî pêka Cotmeha 2022an da sedî 9 zêde bûye.

 

Serepeyv