İşkesta hewlên zavayê Trump di Kapa Cîhanî ya Qeterê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338011-İşkesta_hewlên_zavayê_trump_di_kapa_cîhanî_ya_qeterê_da
Card Koşner zavayê Donald Trump Serokomarê berê yê Amerîkayê ku di dewra serokatîya xezûrê xwe da berpirsê lihevhatina ereban û Israyîlê bû û rojê seredana paytexteke welatekî ereb dikir, wan rojana digel malbata xwe ji bo temaşekirina pêşbirkên Kapa Cîhanî çû qeterê lê hogirên futbolê yên cîhana ereban di wan pêşbirkana da piştgirî dan filistînîyan û bêzarbûna xwe ji israyîlîyan nîşan dan û eva jî ray dide ku Koşner wek navbeynkarekî aştîyê yê Amerîkayê li Rojhilata Navînê serkevtî nebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2022 08:35 Asia/Tehran
  • İşkesta hewlên zavayê Trump di Kapa Cîhanî ya Qeterê da

Card Koşner zavayê Donald Trump Serokomarê berê yê Amerîkayê ku di dewra serokatîya xezûrê xwe da berpirsê lihevhatina ereban û Israyîlê bû û rojê seredana paytexteke welatekî ereb dikir, wan rojana digel malbata xwe ji bo temaşekirina pêşbirkên Kapa Cîhanî çû qeterê lê hogirên futbolê yên cîhana ereban di wan pêşbirkana da piştgirî dan filistînîyan û bêzarbûna xwe ji israyîlîyan nîşan dan û eva jî ray dide ku Koşner wek navbeynkarekî aştîyê yê Amerîkayê li Rojhilata Navînê serkevtî nebûye.

Rojnama Intercept`ê nivîsî ku Îvanka Trump hevsera Card Koşner jî amajeyî vê sereana sêrojî ya malbatê bo Qeterê kirîye lê basa vê yekê nekirîye ku wan li werzişgehan durişm û awazên hogirên ereb ên bi nîşana piştgirîya ji Filistînê û dijberîya hibmerî Israyîlê bihîstine yan na?

Rojnama Intercept`ê herwiha dinivîse ku di pirranîya pêşbirkên futbolê da komeke temaşevanan pankardên mezin hildabûn ku ser wan wiha hatibû nivîsîn: ``Filistînê azad bikin.`` Herwiha bi durişma ``em dê bi can û xwîna xwe te azd bikin`` piştgirîya ji Filistînê nîşna dan. Ev pêngavana nîşan didin ku Koşner wek wekîlê Trump ji bo pêkanîna aştîyê li Rojhilata Navînê, demekê hewil dida ku komeke paşayê dîktator ên ereb ji bo wajokirina rêkevtinameyên hevkarîya aborî digel Israyîlê qanih bike, heta çi astekê di hesaban da şaş bûye.