Swêdê penaberekî kurd radestî Tirkiyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337957-swêdê_penaberekî_kurd_radestî_tirkiyê_kir
Swêdê penaberê kurd ê bi navê Mahmut Tat radestî Tirkiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2022 05:34 Asia/Tehran
  • Swêdê penaberekî kurd radestî Tirkiyê kir

Swêdê penaberê kurd ê bi navê Mahmut Tat radestî Tirkiyê kir.

Rojnama Duvar çapa Tirkîyê nivîsî ku penaberê kurd Mahmut Tat ê ku li Swêdê ji ber biryara dersînorkirina bo Tirkiyê hatibû desteserkirin, ragihand ku  radestî Tirkiyê hatiye kirin.

Li gorî agahîyan, Mahmut Tat ku di meha Mijdarê de ji aliyê polîsên Swêdê ve hat desteserkirin, duh bêyî agahdarkirinê birin navenda çavdêriyê Marsta ya nêzî Balafirxaneya Arlandayê.

Mahmut Tat herî dawî dikare bi kurê xwe ra bikeve têkilîyê û radigihîne ku ew radestî Tirkiyê kirine û li Rêveberiya Polîsan a Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin.