Îrlendê ji Şirketa Meta`yê ra ceza birrî
Dezgeha Rêkxistina Qirarên Peywendîyan a Îrlendê, ji Şirketa Meta wek xwedîya Înstagiram û Fêysbûkê re 265 milyon Euro ceza birrî.
Şirketa Meta`yê bi hegera belavbûna agahîyên kesane yên zêde ji 500 milyon bikarînerên Fêysbûkê, bi binpêkirina qanûnên sînorê takekesî yên Ewrûpayê hatîye tawanbarkirin.
Rojnama New York Times`ê nivîsî: Bi vê cezayê, Komsyona Parastina Agahîyan a Îrlendê ji sala buhurî va heta nika zêde ji 900 milyon dolarî wek ceza ji Şirketa Meta`yê ra birrîye.
Wezareta Dadwerîya Ûrsêtê jî roja înîyê di halekî da ku şirketa Meta ya Amerîkayê wek xwedîya şebekeyên civakî yên Fêysbûk, Înstagiram û Wats Apê xiste lîsteya rêxistinên tundrê ku dadgeha vî welatî di destpêka îsal da bi hikmekê ragihandibû ku ew şirketa amerîkî di çalakîyên tundrêyane da pişikdar bûye.
Berî vîya Rêxistina Çavdêrîya Darayî ya Ûrsêtê di 11ê Cotmehê da şirketa Meta ya Amerîkayê di halekî da xist lîsteya komên terorîst ku bi dû belavbûna vê nûçeyê, bihaya pişkên vê şirketa amerîkî sedî 1.41 daket.