Mijdar 28, 2022 17:32 Asia/Tehran
  • Deryaya Sipî bûye dojeha Koçberan

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ragihand, Deryaya Sipî hema wisa cihê herî mirinbar ji bo koçberan li seranserî cîhanê ye.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê di raporekê da nivîsî: Zêde ji 50 hezar kesî di 8 salên borî da canê xwe di rêyên koçê da ji dest daye. Pênae û regeza zêde ji sedî 60ê penaxwazên canjidestdayî nenas e û rêyên Deryaya Sipî rêyên herî mirinbar bûne.

Di vê raporê da hatiye ragihandin, her sal bi hezaran koçber û penaxwaz di rêya çûyîna bo Ewropa û Amerîkayê da canê xwe ji dest didin ku rêya herî mirinbar rêya Deryaya Sipî ye; cihê ku derdora 24 hezar ji 48 hezar candayî û wendayiyên salên 2014 heta 2022an da taybetî wî ye.

Zêde ji 9 hezar kes ji welatên afrîqî, zêde ji 6 hezar û 500 kes ji Asyayê û 3 hezar kes ji Amerîkayê ne.

Li gorî raporên malpera amarê ya Statîstayê, tenê di sala 2016an da 8 hezar koçberan li Deryaya Sipî canê xwe ji dest da.

Sala 2022an jî 840 koçberî li vê deryayê canê xwe ji dest daye,

 

Serepeyv