Mijdar 24, 2022 15:27 Asia/Tehran
  • Xwenga rêberê Koreya Bakûr bi tundî Koreya Başûr da ber rexneyan

Xwenga rêberê Koreya Bakûr bi tundî êrîşî ser rayedarên Koreya Başûr kir û ew wek kirêgirtiyên Amerîkayê zanîn.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Kim Yoo-jung xwenga rêberê Koreya Bakûr ji ber ku Seûlê tetbîqata leşkerî ya Piyong Yangê tehrîkker dabû zanîn bi tundî rexne li Koreya Başûr kir û daxwaza serokê vî welatî ji bo girantirkirina boykotên dijî Koreya Bakûr bi tundî şermezar kir.

Kim Yoo-jungê got: Piştî ku Amerîkayê qala sepandina boykotan li dijî Koreya Bakûr kir, Koreya Başûr jî axaftina rayedarên Waşîngtonê dubare kir.

Xwenga Kim Jong-unê rêberê Koreya Bakûr bi gotina vêya ku sepandina boykotan li dijî Koreya Bakûr dê kêşeyan li navçeyê gurrtir bike, got: Ev kiryara neguncan a Koreya Başûr nîşan dide ku Seûl seyê sozdar û destperwerdehiyê Amerîkayê ye.

Wezareta Yekîtiyê ya Koreya Başûr wek berteka li hemberî gotinên Kim Yoo-jungê, mixabiniya xwe ji ber van gotinan diyar kir.

 

Serepeyv