Mijdar 06, 2022 13:27 Asia/Tehran
  • Borrell: Hejmara bêmînak a avêtina mûşekên Koreya Bakur sebeba tengezariyê ye

Karbidestê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, hejmara "bêmînak" ya mûşekên balîstîk ên navparzemînî yên kurt-menzîl ên ku hatine avêtin wekî sedema "tengezariyek xeternak" bi nav kir.

Li gorî rapora IRNA`yê; Borrell ceribandinên mûşekî yên Koreya Bakur neqanûnî bi nav kir û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku hemî cezayên NY yên li dijî Pyongyang çalak bike.

Karbidestê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku kiryara Koreya Bakur ji bo zêdekirina ceribandinên mûşekî, biryardariya rêberên Pyongyang li hember sîstema cîhanî ya nehiştina çekan nîşan dide û got ku ev ceribandin gefê li "aştî û ewlehiya navçeyî û navneteweyî" dixwe.

Rayedarê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê her wiha bal kişande ser vê yekê ku kiryarên bi vî rengî yên Koreya Bakur tu carî nabin sedema naskirina pêgeha Pyongyang wekî hêzek navokî.

Vî dîplomatê ewropî ji Koreya Bakur xwest ku bi rawestandina kiryarên xwe yên dijminane û bêîstiqrarker rêzê li "qanûnên navneteweyî" bigire û vegere ser maseya muzakereyê ya derbarê bernamên navokî û mûşekî.

Artêşa Koreya Başûr hefteya borî ragihandibû ku Pyongyang 4 fuzeyên balîstîk ên menzîla kurt (SRBM) avêtine Deryaya Japonyayê.

Serepeyv