Berteka Zaxarovayê li hember rapora NY derbarê Rûsiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337480-berteka_zaxarovayê_li_hember_rapora_ny_derbarê_rûsiyê
Marya Zaxarova, Berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê pêncşemiyê şevê got ku komîteya mafên mirovan a NY di demajoya hilkolandina heşetmîn rapora xwe ya dewreyî ya Rûsiyê, hewêsteke siyasî û bi xerez hebûye.
(last modified 2026-09-02T15:58:59+00:00 )
Tesrîn 04, 2022 09:28 Asia/Tehran
  • Berteka Zaxarovayê li hember rapora NY derbarê Rûsiyê

Marya Zaxarova, Berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê pêncşemiyê şevê got ku komîteya mafên mirovan a NY di demajoya hilkolandina heşetmîn rapora xwe ya dewreyî ya Rûsiyê, hewêsteke siyasî û bi xerez hebûye.

Li gorî rapora IRNA`yê,  Zaxarova her wiha got: Naveroka beşa dawiyê ya komîteya mafên mirovan diselimîne ku  nêrîna karzanên vê saziyê, nêrîneke siyasî û alîgirane bûye. 

Wê got: Moskowa ji biryara Konseya Mafên Mirovan   dilsar  û bêhêvî bûye ji ber ku daxwaza berdewam a Rûsiyê ku daxwaza paşdexistina civîna berevaniyê bo pêşerojê  ji bo beşdariya nûnerên Moskowayê kiribû, berçav negiritne. 

Zaxarovayê her wiha got: Mixabin ev komîteya wêne û dîmeneke  derew vediguhezîne ku welatên rojavayî derbarê cinayeta artêşa Rûsyê li operasyona taybet a eskerî li Ukraynê belav dike. 

Wê di dawiyê de got ku  helwêsta komîteya mafên mirovan cardinê hez û meyla nûnerên wê nîşan da ku daxwaza tevlîbûna nav kempêynekê dikin ku  welatên rojavayî jibo xerakirina rûmeta Rûsiyê di nav derûdorên navneteweyî destpê kirine.