Pirranîya amerîkîyan ji ber rewşa welêt û karnameya Biden nerazî ne
Rojnameya Tê Hîl çapa Amerîkayê nivîsî ku zêde ji sedî 79ê dengderên amerîkî ser vê bawerê ne ku rewşa welatê wan ji kontrolê derketîye.
Li gorî rapora Rojnameya The Hill'ê, Encama rapirsîya hevpar a Şebekeya CBS NEWS û Dezgeha Yougov'ê nîşan dide ku ji her 10 amerîkîyan 8 welatî yanî sedî 79ê pişikdaran dibêjin ku rewş û kar û bar li Amerîkayê ji kontrolê derketine.
Sedî 73yê pişikdarên vê rapirsîyê jî gotine ku demajoya kar û baran nebaş û sedî 36ê wan jî gotine ku rewş baş e.
Encamên vê rapirsîyê herwiha nîşan didin ku Pirranîya amerîkîyan ji ber karnameya Biden nerazî ne.
Ev encamana di halekî da ne ku hefteyek bo hilbijartina dewra navîn a Kongreya Amerîkayê maye, hilbijartina ku yê çarenûsa rêvebirîya Meclisa Parlimanteran û Meclisa Sêna ya vî welatî û herwiha qayîmeqamên eyaletên girîng li seranserê Amerîkayê dîyar bike.
Li gorî encameke rapirsîya hevpar a Şebekeya CBS NEWS û Dezgeha Yougov'ê, tê payîn ku Partîya Komarxwaz herîkêm 228 kursîyan û Partîya Demokrat jî 207 kursîyan di hilbijartina dewra navîn a Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê da bi dest bixin.