Cotmeh 31, 2022 13:57 Asia/Tehran
  •  Li Hindistanê di encama hilweşîna pireya daliqandî da jimara kesên ku mirin derket 141an

Li parêzgeha Gujarata Hindistanê duh pireya daliqandî ya ji bo rêwiyan qetiya û jimara kesên ku ketin çem û xeniqîn, derket 141an.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê ji zarê nûçeya NDTVyê, ji kesên ku ketin çem heta niha 177 kes hatin xelaskirin, jimara kesên ku di bûyerê da mirin jî derket 141an. Hat ragihandin ku di nava kesên xeniqî da zarok jî hene.

Rayedarên hikûmetê îdia kir, di heman demê da tenê 125 kes dikarin ser pireyê ra derbas bibin, ji ber ku gelek kes di heman demê da li ser pireyê bûn, loma pire qetiya.

Ji duh bişev pê va jimara miriyan dora 90î bû.

Pireya ku 230 metre dirêjahiya wê ye, ji dewra mêtingeriyê maye. Piştî ku 6 mehan temîrata wê hatiye kirin, hefteya çûyî vebûye.

Ji bo betlaneya "Cejna Diwali'yê" (Ronahî) gelek kes hatibûn bajaroka Marbiyê ya turîstî.

Duh li bajaroka Morbiyê ya ser bi eyaleta Gujaratê pireya rêwiyan ya ku ser Çemê Machhuyê hatiye daliqandin, dema ku herî kêm 500 kes ser hebûn, qetiyabû. 

Serepeyv