Cotmeh 30, 2022 11:59 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên teqîna li Somaliyê gihîşt 50 kesî

Çavkaniyên tenduristiyê yên Somalî ragihandin ku hejmara kuştiyên teqîna êvara Şemiyê ya li başûrê Mogadîşoya paytexta vî welatî gihişt 50 kesan.

Li gorî rapora IRNA`yê, pêştir çavkaniyên xwecihî behsa teqîna du otombîlên bombekirî li ber avahiya Wezareta Perwerdeyê li başûrê Mogadîşoyê kiribûn û li gor amarên destpêkê hejmara kuştiyên vê êrişê 10 kes bûn.

Yekşema borî jî li bajarê Kismayo yê li başûrê Somaliyê otomobîleke bombebarkirî teqiya.

Heta niha ti grûpekê berpirsatiya teqîna êvariya Şemiyê li başûrê Somaliyê negirtiye ser xwe, lê li gorî gotina polîsê Mogadîşoyê, ev teqîn bi gelemperî ji aliyê grûpa Eş-Şebab ve têne kirin.

Eş-Şebab komeke terorîstî ya çekdar a ser bi şebeka El-Qaîde ye, ku gelek operasyonên terorîstî li Afrîqayê kirine û bi sedan kes li Afrîqayê kuştine.

Eş-Şebab gelek caran li Mogadîşoya paytexta Somaliyê êrişî hêzên hikûmetê û hêzên aştîparêz ên Yekîtiya Afrîqayê kiriye û çendîn operasyonên xwînî li deverên din ên Afrîqayê pêk anîne.

Serepeyv