Li Rûsyayê di encama ketina balafireke şer de 2 pîlot mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337236-li_rûsyayê_di_encama_ketina_balafireke_şer_de_2_pîlot_mirin
Li Rûsyayê balafireke leşkerî li devera Irkutsk li ser avahiyeke du qatî ket ku eva bû sedem 2 pîlotên wê werin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2022 14:34 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê di encama ketina balafireke şer de 2 pîlot mirin

Li Rûsyayê balafireke leşkerî li devera Irkutsk li ser avahiyeke du qatî ket ku eva bû sedem 2 pîlotên wê werin kuştin.

Parêzgarê Irkutsk Igor Kobzev îro ragihand, balafireke leşkerî li ser avahiyeke du qatî ket.

Rayedarên Rûsî eşkere kir ku du pîlotan canê xwe ji dest dane.

Li gorî Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê, sedema vê qezayê di ber lêkolînê de ye.

Beriya 6 rojan, balafireke leşkerî ya ji cûreya Su-34 li nêzîkî Ukraynayê li başûrê bajarê Yeysk li avahiyekê ketibû.

Di wê bûyerê de jî herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dabûn.