Li Almanyayê 5.1 miliyon Euro siza li Telegramê hat birrîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337205-li_almanyayê_5.1_miliyon_euro_siza_li_telegramê_hat_birrîn
Wezareta Dadê ya Almanyayê ji ber sersariya rêveberên bernameya Telegramê li hemberî hişyariyan, 5.1 miliyon Euro siza li wê birrî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2022 14:29 Asia/Tehran
  •  Li Almanyayê 5.1 miliyon Euro siza li Telegramê hat birrîn

Wezareta Dadê ya Almanyayê ji ber sersariya rêveberên bernameya Telegramê li hemberî hişyariyan, 5.1 miliyon Euro siza li wê birrî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li gorî qanûnên Almanyayê ku sala 2017an li parlimana vî welatî hatiye pesendkirin, torên civakî ku zêdetir ji 2 miliyon bikarênerên wan hebin, divê nûner an ofîsek ji bo pêwîstiya bersivdan û berpirsyariyê li vî welatî hebin.

Birêveberên van torên civakî erkdar in li gorî giliya bikarêneran, babetên sûcdariyê di heyama hefteyekê da jêbibin û heke vî karî nekin, ji pênc heta 50 miliyon Euro siza dê li benda wan be.

Biryargeha Telegramê li Dubeyê ye û birêvebirên wê guhdarî li hişyariyên Almanyayê nekiriye.