Cotmeh 21, 2022 17:46 Asia/Tehran
  •  Konsûlxaneya Îranê li bajarê Qapanê yê Ermenistanê hat vekirin

Konsûlxaneya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê apanê yê Ermenistanê bi amadebûna wezîrên derve yên du welatan hat vekirin.


Li gorî rapora IRNAyê, Konsûlxaneya Îranê li bajarê Qapanê yê Ermenistanê roja Înê bi amadebûna Husên Emîr-Ebdullahiyan û Ararat Mîrzoriyan wezîrên derve yên Îran û Ermenistanê bi fermî hat vekirin.

Murteza Abidînî yekemîn serkonsûlê Îranê di dawiya Îlona 2022an da û bi amadebûna Ebas Bedexşan Zuhûrî balyozê Îranê li Ermenistanê, hikmê tayînkirina xwe radestî wezîrê derve yê Ermenistanê kir.

Serepeyv