Cotmeh 20, 2022 09:55 Asia/Tehran
  • Li Somaliyê di encama teqînekê de 12 kes mirin

Li navenda Somaliyê di 2 êrîşên xwekujî de 12 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, karbidestekî xwecihî roja çarşemiyê şeva buhurî li bajarê "Celelqsî" got: teqîna yekem li dergehê vî bajarî bi rêya otombîleke bombekirî ku ji aliyê xwekujekî ve ajotibû, rû da û di encamê de 11 kes ji wan "Adem Mihemed Îsa", qaymeqamê bajarê Celelqsiyê hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Wî rayedarî got: Teqîna duyem li ser pira bajarê Bulaburtî rûda, di encamê de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn û beşek ji vê pirê jî têk çû.

Roja duşemê jî li Mogadîşûya paytexta Somaliyê di encama teqînekê de 6 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Roja Îna borî, di encama teqîna otobuseke rêwiyan de li devera Lefulî li derdora Mogadîşû, 5 sivîl hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Rayedarên ewlehiyê dibêjin: Destê koma têrorîst a Eş-Şebab di nav vê bûyerê ye, lê vê grûpê di vê barê de ti daxuyanî nedaye.

Eş-Şebab komeke terorîstî ya çekdar a ser bi şebeka El-Qaîde ye, ku gelek êrişên terorîstî pêk anîne û bi sedan kes li Afrîqayê kuştine.

Serepeyv