Cotmeh 19, 2022 19:19 Asia/Tehran
  • Hewldana Talîbanê ji bo danîna peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re

Medya siyonîst îdia kir ku Koma Talîbanê helwêsta xwe ya li hember vê rejîmê ji nû ve ber çavan re derbas kiriye.

Li gorî rapora Rûsiya El-Yewm, kanala 24 a Îsraîlê ji zarê berpirsekî berê yê Efxanistanê ku beşdarî danûstandinên digel hikûmeta Talîbanê bûye îdia kir: Di qonaxên destpêkê de, ew giringiyê didin peywendiyên nehênî yên bi Îsraîlê re.

Vê kanala Îsraîlî ragihand: Armanca dawî ji van kiryaran îmzekirina rêkeftineke dualî di navbera Îsraîl û Efxanistanê de ye.

Rayedarê efxan diyar kir: Ev siyaset ne helwesta fermî ya hikûmeta Talîbanê ye, lê ev nêrîna hin endamên Talîbanê ye. Koma ku piştgiriya vê nêzîkatiya siyasî dike, nêzîkî 200 kes in, ku hin ji wan berpirsên payebilind ên Talîbanê ne.

Ev îdia di demekê de ye ku di Îlona 2021an de, Zebîhullah Mucahîd, berdevkê Talîbanê, ragihandibû ku ev grûp hewl dide bi Amerîka û welatên din ên cîhanê re peywendiyan deyne, lê bi îhtîmaleke mezin ew ê bi Rejîma Siyonîst re peywendiyên dîplomatîk pêk neyîne.

Serepeyv