Cotmeh 17, 2022 16:44 Asia/Tehran
  • Yêrîvan: Em li benda bersiva erênî ya Bakûyê bo pêşniyazan in

Serokwezîrê Ermenistanê got: Yêrîvanê çend meh berê pêşniyazek ji bo vekirina sê rawestgehên lêgerînê ji bo rakirina asêbûna sînorê digel Komara Azerbaycanê raber kirine û li benda bersiva Bakûyê ye.

Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê roja Duşemiyê di twitterê da nivîsî: Biryara pêşniyazkirî ya Yêrîvanê derbarê vekirina sê rawestgehên lêgerînê li ser sînorê Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi mebesta dabînkirina peywendiyên di navbera rojhilatê vî welatî û Nexcewanê ev çend meh in ku bi fermî hatiye ragihandin.

Paşîniyan beriya vêya jî di twittekê da tevî b hevdîtina xwe ya digel Îlham Eliyêv di roja 4ê Îlona 2-022an da li bajarê Pragê, nivîsîbû: Min careke din pêşniyaza xwe derbarê vekirina hemî hêlên sînorî yên navçeyê hilêxistiye, lê Bakûrê brsiva erê nedaye.

Di vî halî da, Wezareta berevaniyê ya Komara Azerbaycanê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê careke din artêşa Ermenistanê bi binpêkirina agirbesê li navçeyên sînorî tawanbar kir.

Lê li aliyê din, Wezareta berevaniyê ya Ermenistanê bi redkirina vê tawanê, Komara Azerbaycanê tawanbar kir ku kêşeya li navçeyên sînorî pêk tîne.

 

Serepeyv