Li Komara Kongoyê di êrîşa terorîstî da 12 kes hatin kuştin
Terorîstên nenas li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê di êrîşa ser gundekî de 12 kes kuştin.
Li herêmên rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ev 20 sal in di navbera hêzên hikûmetê û komên serhildayan de şer û pevçûn rû didin.
Ajansa nûçan a “Fransayê” (France Pressê) şeva Înê ragihand ku ev êrîş li vî welatê Afrîqayê li gundê “Masûmî” li pênc kîlometran dûrî navenda “Commando” li parêzgeha Iromo hatiye kirin.
Gustav Kakanî çalakvanê medenî got: Beşek ji meytên kuştiyan bê serî ne û hinekên din jî bi kindir û werîsan hatine girêdan û qurbanî berî bidarvekirinê bi tundî hatine îşkencekirin.
Niştecihên gundên rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê di şert û mercên giran û heqaretê de dijîn.
Hikûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê ji niştecihên rojhilatê welat re piştrast kir ku dê aştiyê biparêzin û piştrast kir ku bi destpêkirina hevkariya di navbera Hêza Hevbeş a Afrîqaya Rojhilat û Artêşa Kongoyê de ji bo şerê li dijî serhildêran, dê ewlehî û aştiyê vegerînin herêmê.