Di teqîna li taxa pêncemîn a Kabulê de 3 kes birîndar bûn/hat nûkirin
Xalid Zedran Berdevkê Fermandetiya Polîsên Kabulê ya paytexta Efxanistanê teqîna îro şemiyê li taxa pêncê ya vî bajarî piştrast kir û got: Di vê bûyerê de 3 kes birîndar bûne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Dengê Efxanistanê (Ava), Xalid Zedran got: Hêzên ewlehiyê dê hewl bidin berpirsên vê teqînê peyda bikin û wan radestî qanûnê bikin.
Lê belê şahidan ji Efxanistan International re ragihandine ku hejmara qurbaniyên vê teqînê zêdetir bûye û herî kêm kesek hatiye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.
Ajansa AVA ya nûçeyan her wiha got: Şahidên bûyerê dibêjin, kesên birîndar lêniştiyên (siyarên) mînîbûsekê bûn ku karmendên wezareta xwendina bilind a Efxanistanê tê de bûn.
Heta niha ti grûp an rêxistinekê berpirsyariya vê teqînê negirtiye ser xwe.