Cotmeh 06, 2022 10:00 Asia/Tehran
  • New York Times: Amerîka dixwaze Taywanê bike “Depoyeke çekan a mezin”

Rayedarên amerîkî tekez dikin ku Taywan divê bibe “Sîxur”eyke (Cerge) bi çekên pêwîst da ku eger were dorpêçkirin û artêşa Çînê êrîşî ser wê bike, heta eger Waşîngton biryara şandina hêzan bide, bikare li ber xwe bide.

Rayedarên amerîkî li dû vekolandina meşqên leşkerî yên Çînê li derdora Taywanê yên vê dawiyê, ragihand ku ev meşqên leşkerî nîşan didin ku Çîn dibe ku wek destpêkek ji bo her cûre êrîşa li ser Taywanê, vê giravê dorpêç bike û Taywan divê bikare heta wê demê ku Amerîka an welatên din biryara destwerdanê bidin, li ber xwe bide û divê en vê heyama ku Taywan dikare li ber xwe bide, zêdetir bikin.

Amerîka ji sala 1979an va siyasetekê dimeşîne ku Pikenê dilniya bike ku ev welata pişta serxwebûna Taywanê nagire. Lê Wang Yî wezîrê derve yê Çînê meha derbasbûyî tekez kiribû ku Amerîka bi pêkanîna danûstandinên fermî yên berdewam û firotina çekan, vê siyasetê lawaz dike.

Rayedarên amerîkî bi giranî tekeziyê li ser hewcetiya Taywanê bi çekên biçûktir û herikbar dikin ku bikarin li hemberî keştî û balefirên şêrr ên çînî bi talûke bin. Dewleta Joe Biden roja 2ê Îlonê ragihand ku pakêta şeşem a çekan ji bo Taywanê erê kiriye; firotina 1.1 miliyarî ya 60 mûşekên dije-keştiyên şêrr ên Harpoon’ê ye.

Serepeyv