Li girtîgeha Ekvadorê 15 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336869-li_girtîgeha_ekvadorê_15_kes_mirin
Li Ekvadorê di îsyana girtîgehekê de herî kêm 35 kes mirin û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2022 14:47 Asia/Tehran
  • Li girtîgeha Ekvadorê 15 kes mirin

Li Ekvadorê di îsyana girtîgehekê de herî kêm 35 kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera kanala nûçeyan a El Cezîre, ya ji zarê rayedarên Ekvadorê, duh (Duşem) li girtîgehekê li parêzgeha "Cotopaxi" li navenda vî welatî û 80 kîlometran li başûrê Kyotoyê paytexta Ekvadorê, alozî derket ku heya niha di encamê de 15 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Waliyê eyaleta Cotopaxi Oswaldo Coronel di civîneke çapemeniyê de got ku alozî di bin kontrolê de ye û asayîş vegeriyaye girtîgehê.

Li gorî vê raporê, ji Sibata 2021`an vir ve, zêde ji 400 girtî li dû serhildanên li girtîgehên Ekvadorê hatine kuştin.

Hevdem Komisyona Mafên Mirovan a Karûbarên Amerîkaya Başûr jî ragihand: Ekvador ti siyaseteke berfireh derbarê sîstema zindana xwe bikar neaniye û girtî neçar in ku şert û mercên metirsîdar û bi taluke tehemûl bikin.

Ev rapor zêde dike: Nêzîkî 33 hezar û 500 girtî di girtîgehên Ekvadorê de tên ragirtin ku bi rêjeya %12 zêdetir ji kapasîteya girtîgehên vî welatî ye.

Komara Ekvadorê ku rûbera wê zêdetirî 256 hezar kîlometre çargoşe ye û nifûsa wê zêdetirî 17 milyon kes e, li bakurê rojavayê Amerîkaya Başûr e.