Cotmeh 03, 2022 08:39 Asia/Tehran
  • Paşîniyan ji bo şopandina rewşa dîlên ermenî li Bakûyê kir

Li pey belavbûna fîlmekê ku tê gotin darvekrina dîlên ermenî ji aliyê leşkerên Komara Azerbaycanê ye, serokwezîrê Ermenistanê daxwaza şopandina vê mijarê ji aliyê civata navneteweyî va kir.

Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê tevî amajeya b fîlmekê ku tê gotin darvekirina leşkerên bêçek ên ermenistanî ji aliyê hêzên Komara Azerbaycanê va ye, di twitterê da nivîsî: Ermenistan dê hemî rêbazên navneteweyî yên heyî ji bo piştrastbûna ji lêkolîn û şopandina qanûnî bi kar bîne.

Nîkol Paşîniyan di dewamê da got: Fîlmeke dih a wehşetnak di torên civakî da hat belavkirin û leşkerên Komara Azerbaycanê  komeke dîlên ermenî li axa Ermenistanê îdam dikin. Civata Navneteweyî divê van cinayetan bi tundî şermezar bike û wê vekolîne û kiryarên pêwîst ji bo rawestandina destdirêjiya Komara Azerbaycanê pêk bîne.

Hêzên sînorvan ên Ermenistan û Komara Azerbaycanê piştî şerê 44 rojî yê sala 2020î, bi caran ketine pevçûnê û her yek aliyê din bi sûcê binpêkirina naveroka lihevkirinameya agirbesê tawanbar dike.

Serepeyv