Cotmeh 02, 2022 10:19 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana jinên Efxan ji bo

Jinên Efxan ji bo rawestandina kuştina Hezare û Şîeyan li rojavayê Kabulê paytexta Efxanistanê xwepêşandan kirin.

Roja Înê (30ê Îlonê) di encama teqîneke terorîstî de li navenda perwerdehiya Kacê li devera şîenişîn a Deştê Birçî (rojavayê Kabulê) herî kêm 35 kes hatin kuştin û zêdetirî 80 kes jî birîndar bûn. Hejmarek mezin ji kuştiyan keçik bûn.

Di vê sala derbasbûyî de mizgeft û xwendingehên navçeyên şîe yên Efxanistanê bûne armanca herî zêde ya êrişên grûpên terorîstî û tevî îdiaya Talîbanê li ser kontrolkirina rewşa ewlehiyê, heya niha jî bûyerên terorîstî li navçeyên curbicur ên vî welatî berdewam in.

Li gorî ajansa Şefeqna ya Efxanistanê; Duh hejmarek ji çalakvanên jin û keç ên xwendekar li devera Deştê Birçî li rojavayê Kabulê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza dadperweriyê û rawestandina êrişên terorîstî yên armanckirî li dijî Hezaran kirin.

Li gorî vê raporê, hêzên hikûmeta Talîbanê bi teqe û lêdanê xwepêşandan tepeser kirin.

Di vê bûyerê de hejmarek nûçegihan û rojnamevan jî bi dû re ji cihê xwe reviyan.

Di vê çarçoveyê de komeke xebatê ya ku ji gelek saziyên sivîl ên Efxanîstanê pêk tê duh daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo naskirina “jenosîda Hezara û Şîeyan” divê Neteweyên Yekbûyî komîsyoneke navneteweyî ya lêkolînê ava bike.

Vê komê tekez kir ku divê tedbîrên cîhanî yên pêwîst ji bo parastina Şîe û Hezareyan û rêgirtin li dûbarebûna bûyerên bi vî rengî bên girtin.

Serepeyv