Cotmeh 01, 2022 20:20 Asia/Tehran
  • Li navenda Somaliyê 40 terorîstên Eşşebab hatin kuştin

Hikûmeta Somalî ragihand ku 40 terorîstên Eşşebab li herêma Hîranê ya li navenda vî welatî hatine kuştin.

Li gorî rapora Radyoya Îranê ya Derve Sînoran a Swahilî, dewleta Somalî ragihand ku di pevçûnên dijwar ên li gundê Sîl-Qûksile yê herêma Hîranê de 40 terorîstên Eşşebabê hatin kuştin.

Sîl-Qûksile ji wan gundan e ku di operasiyonên vê dawiyê yên li başûr û navenda Somaliyê, hêzên dewletê û ên xwecihî endamên koma têrorîst ya Eşşebabê ji çend navçeyên vî gundî ku zêde ji deh salan dagîr kiribûn azad kirin û derxistin.

Eşşebab komeke têrorîst a ser bi Şebeka El-Qaîdê ye û gelek operasyonên terorîstî ên ku li Afrîqayê bûne sedema kuştina bi sedan kesan karê vê koma terorîst e.

Serepeyv