Ûrsêtê belgeya xistina 4 deverên rojhilata Ukraynê ser axa wî welatî wajo kir
Serokomarê Ûrsêtê û serokên deverên Lohansk, Donêtsk, Xêrsûn û Zaporjîyayê belgeyên xistina wan navçeyên rojhilata Ukraynê ser fêdêrasyona Ûrsêtê wajo kirin.
Viladimîr Pûtîn Serokomarê Ûrsêtê di merasima wajokirina belgeya xistina deverên Lohansk, Dênotsk, Xêrsûn û Zaporjîyayê ser axa wî welatî da li qesra Kiremlînê piştgirî da vê tevlîbûnê û got ku niştecihên deverên Lohansk, Dênotsk, Xêrsûn û Zaporjîyayê ya ku dixwestin bijartin û wan 4 navçana çarenûseke hevpar digel Ûrsêtê hene.
Pûtîn herwiha got: Niştecihên deverên Lohansk, Dênotsk, Xêrsûn û Zaporjîyayê idî ji bo hertimîyê bûn welatîyê Ûrsêtê.
Di giştpirsîya ku li wan 4 navçana da hat lidarxsitinê, li Donêtskê sedî 99.23, li Lohanskê sedî 98.42, li Xêrsûnê sedî 87.5 û li Zaporjîyayê jî sedî 90.1ê xelkê dengê erê dan tevlîbûna li axa Ûrsêtê.
Ew 4 navçana ser hev da nêzî sedî 15ê axa Ukraynê pêk tînin.