Tofana Ayanê tofana şeşan a pirrxisar a dîroka Amerîkayê
Îlon 30, 2022 08:11 Asia/Tehran
Li gorî texmînan tofana Ayanê nêzî 70 milyard dolarî zîyan gîhandîye Amerîkayê û li gorî ihtimalê dê veguhere tofana şeşan a pirrxisar a dîroka Amerîkayê.
Tofana Ayanê bi milyonan mal û pîşe tûşî xeterê kirine û zîyan gîhandîye beşeke berfire ya berhemên cotkarîyê û binesazîyên Amerîkayê.
Di encama rabûna tofana Ayanê da ceryana zêde ji 2 milyon niştecihên devera Filorîdayê qut bûye û duh jî bidû destpêbûna vê tofanê, ferman hat dayînê ku 2.5 milyon kes ji niştecihên vê deverê terka mala xwe bidin û li herêmên ewleh bi cih bibin.