Firrîna yekem balafira rêwîhilgir a tam dîcîtal a cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336769-firrîna_yekem_balafira_rêwîhilgir_a_tam_dîcîtal_a_cîhanê
Yekem balafira rêwîhilgir a tam dîcîtal a cîhanê bi navê Alîs ji bo cara yekê di geşteke 8 xulekî da li Waşîngtonê rabû bilindatîya hezar û 66 mêtiran.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2022 14:00 Asia/Tehran
  • Firrîna yekem balafira rêwîhilgir a tam dîcîtal a cîhanê

Yekem balafira rêwîhilgir a tam dîcîtal a cîhanê bi navê Alîs ji bo cara yekê di geşteke 8 xulekî da li Waşîngtonê rabû bilindatîya hezar û 66 mêtiran.

 

Yekem balafira rêwîhilgir a tam dîcîtal a cîhanê bi navê Alîs li şirketa Êvîêyşin a Amerîkayê hatîye çêkirinê û geşta yekan bi awayekî serketî derbas kir.

Mînaka yekê ya balafira rêwîhilgir a tam bi elektirîkê kar dike ya cîhanê ji bo cara yekê di 27ê Îlonê da geşteke têstê derbas kir ku ev yeka bûye xaleke werçerxanê ji bo esmangerîya bêyî belavkirina kerbonê.

Geşta têstê ya balafira rêwîhilgir a tam dîcîtal a cîhanê tenê 8 xulekan berdewam bû lê ew rabû bilindatîya hezar  û66 mêtran. Armanca vê geştê berhevkirina datayan ji bo çêtirkirina forma wê bû ku divê gellek kar ser bê kirinê ta ku rêwîyan hilgire û bifirre.

Alîs dê balafirek be ku 9 rêwîyan hilgire, cura lûks a wê yê 6 rêwîyan hilgire û cureke wê jî yê dîcîtal bo barhilgirtinê be.